Bi Nêta Rast Pey Îsa Here
Gava Îsa meselek şagirtên xwera gilî kir, hinek ji wanara çetin bû ev fem bikin, lema ewana eciz bûn û nexwestin îda pey wî herin. Lê rojek pêşda, Îsa bi keremetî wana têr kiribû, û usa zelal kir, ku qewata wî ji Xwedê bû. Lê wekî usa ne, çima ewana eciz bûn? Eşkere ye, wekî nêtên wan nerast bûn. Ewana tenê bona kara xwe pey Îsa diçûn.
Her kes ji me gerekê pirsê bide xwe: “Çima ez pey Îsa diçim? Ez vê yekêda kara xwe digerim? Yan ez bi rastî jî Yehowa hiz dikim û dixwazim dilê wî şa kim?”
Çima em ruhanîda sist dibin hergê Yehowara xizmet dikin, tenê bona tiştên jêrê gotî?
-
Me xweş tê tevî cimeta Xwedê bin
-
Em dixwazin li Cinetê bijîn