Îsa Bavê Xwe Rûmet Kir
Bi hemû gilî û kirên xwe, Îsa Bavê Xweyî ezmana rûmet dikir. Îsa dixwest wekî meriv bizanibin, ku hînkirina wî ji Xwedê bû. Lema jî hemû hînkirinên wî li ser hîmê Nivîsarên Pîroz bûn û ew gelek car ji wana diwekiland. Çaxê meriv pesna didane wî, ewî timê dîna meriya derbazî li ser Yehowa dikir. Nêta wîyî sereke ew bû, wekî qirara Xwedê pêk bîne (Yn. 17:4).
Çawa em dikarin çev bidine Îsa, çaxê . . .
-
hînkirina Kitêba Pîroz derbaz dikin, yan ji sênê hîn dikin?
-
meriv pesnê me didin?
-
safî dikin çawa wedê xwe derbaz kin?