Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hîn Be Wekî Di Xizmetêda Hê Cêribandî Bî; Dikevine Xeberdanê ku Şedetiyê Bidin

Hîn Be Wekî Di Xizmetêda Hê Cêribandî Bî; Dikevine Xeberdanê ku Şedetiyê Bidin

Îsa karibû neformal kulfeta Samerîra şedetî bide, çimkî ew destpêkir tevî vê bikeve xeberdanê. Çawa em dikarin di vê yekêda daha cêribandî bin û tevî nenasa bikevine xeberdanê?

  • Hevalhiz be û tevî meriya bikeve xeberdanê. Rast e Îsa vestiyayî bû, lê dîsa jî ewî xeberdana xwe destpêkir bi vê yekê, ku av xwast. Tu jî dikarî xeberdana xwe pê slavê destpêkî, û paşê tiştekî bêjî mesele derheqa hevê, yan qewimandinên wan paşwextiya. Bîr neke, nêta teye sereke ev e, wekî xeberdanê destpêkî. Têmeke usa bijbêre, çi ku wê meriyara hewas be. Hergê ew dilê meriva negire, yeke ev şixulê te boş-betal nîne. Bixebite ser wê yekê ku merivara bikevî xeberdanê. Ji Yehowa mêrxasiyê bixwaze (Nm. 2:4; Kr.Şn. 4:29).

  • Mecalê bigere ku mizgîniya xêrê bela kî, lê lez nekeve. Bira xeberdana te tebiyetî be. Hergê tu xeberdana xweda zorê meriva bikî, meriv wê eciz be û xeberdanê bide sekinandinê. Dilteng nebe gava xeberdana we xilaz dibe, lê te hê pêra negîyand şedetî bidî. Hergê tera çetin e neformal mizgîniyê bela kî, wekî usa ne bixebite ku meriyara bikevî xeberdanê, lê bê wê nêtê ku şedetiyê bidî. [Vîdêo 1 vêxe û şêwir ke.]

  • Mecaleke usa çêke, wekî derheqa baweriya xwe şedetiyê bidî, ji bo çi jî meriv wê bixwaze ku tu wîra şirovekî. Ev yek wê meriv hêlan ke, wekî ew pirsa bide te. Îsa jî xeberdana xwe usa destpêkir, wekî kulfet hêlan bû pirsa bidê. Ewî caba pirsên wê dida, û usa mizgîniya xêrê gîyande wê. [Vîdêo 2 vêxe û şêwir ke, û paşê vîdêo 3 vêxe û şêwir ke.]