MÎNA ÎSA BIJÎN
“A vay Ez, Min Bişîne!”
Îşaya pêxember hêjayî ye ku em çev bidine wî. Çimkî ewî baweriya xwe dabû kifşê û derbêra bi hazirbûn qebûl kir şixulê ku Yehowa dixwest wîra kifş kira. Rast e derheqa vî şixulî, Îşaya gelekt tişt nizanibû, lê yeke qayîl bû (Îş. 6:8). Lê tu dikarî derecên xwe hinekî biguhêzî, seva ku xizmet kî wêderê, kîderê ku hewcedariya mizgînvanên Padşatiyê ye? (Zb. 110:3). Hemikî ferz e, wekî em pêşda xercên xwe daynin “ber hesab” (Lq. 14:27, 28). Hazir be, ku seva şixulê belakirina mizgîniyê tiştek ji aliyê xweda qurban kî (Mt. 8:20; Mq. 10:28-30). Vîdêo bi navê “Derbaz Dibin wê derê, Kîderê ku Hewcedariya Mezin e” evê yekê rind şirowedike. Ew keremên ku em xizmetêda distînin, mezintir e ji hemû qurbanên ku em dikin.
VÎDÊO BINIHÊRIN Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Neferên Wîlîam ji aliyê xweda çi qurban kirin, seva ku di Ekwadorêda xizmet kin?
-
Wana çi hilda hesab, çaxê safî dikirin ku kîderê xizmet kin?
-
Wana çi kerem standin?
-
Kîderê tu dikarî hê zêde elametî bivînî, ku xizmet kî wê derê, kîderê ku hewcedarî heye?
WEDÊ QULIXKIRINA XWEYE TEVÎ MALBETÊ, EVAN PIRSA ŞÊWIR KIN:
-
Em ça dikarin di xizmetêda hê zêde bikin ça malbet? (km 8/11 4-6)
-
Em çi dikarin bikin seva ku alîkariyê bidine civata xwe, hergê em nikarin xizmet kin wê derê, kîderê ku hewcedariya mezin e? (w16.03 23-25)