MÎNA ÎSA BIJÎN
Bi Saya Hînkirina ji Xwedê, Çetinayî Safî Dibin
Yehowa firqiyê nake nava mileta (Kr.Şn. 10:34, 35). Ew qebûl dike merivên “ji her miletî, ji her berekê, ji her cimetê û ji her zimanî” (Ent. 7:9). Lema jî di civata mesîhiyada firqî nava merivada danaynin (Aqb. 2:1-4). Bi alîkariya hînbûna ku Xwedê dide me, em lezetê distînin ji cineta ruhanî, kîderê ku divînin wekî çawa xeyset-hunurên meriya têne guhastinê (Îş. 11:6-9). Hergê em bi dil û can dixebitin, seva ku hemû cûre babaxî û nihêrandina nerast ji dilê xwe derxin, bi vê yekê em îzbat dikin ku çev didine Xwedê (Ef. 5:1, 2).
BINIHÊRIN VÎDÊO “CON Û GÎDEON: BERÊ DIJMIN BÛN, NIHA BIRA NE”. PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Çima em dikarin bêjin ku hînbûna Xwedê, ji qewata meriya seva ku firqîkirinê û babaxiyê bidine hildanê, daha qewattir e?
-
Çi te xweş tê nava biratiya meye hemdinyayê?
-
Çi cûreyî Yehowa tê rûmetkirinê, çaxê em yektiyê xwey dikin?