Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎŞAYA 1-5

“Werin û em hilkişin çiyayê Xudan”

“Werin û em hilkişin çiyayê Xudan”

2:2, 3

“Di rojên dawînda [xilaziyê]”

Ew wede ku em niha dijîn

“Çiyayê mala Xudan”

Hebandina temiz, ku Yehowa pêşda anî

“Wê hemûyên gelan [milet] wêva xwe bigirin”

Ewên ku hebandina temiz qebûl dikin û yektiyêda nin

“Werin û em hilkişin çiyayê Xudan”

Xizmetkarên rast, merivên din jî teglîf dikin ku tevî wan bibine yek

“Wê rêyên xwe hînî me bike û emê di rêyên wîda bimeşin”

Bi saya Xebera xwe, Yehowa me hîn dike û alî me dike rêyên wîda bimeşin

2:4

“Wê êdî hînî cengê [şer] nebin”

Îşaya şirowekir derheqa wê yekê ku çekên şerkirinê wê bêne guhastinê ser çekên cotkariyê. Bi wê yekê ewî da kifşê ku cimeta Yehowa wê edilayê xwey ke. Ew çi hacet bûn, derheqa kîjana ku Îşaya digot?

“Wê . . . şûrên xwe bikin hesinên qanikê [cot kotana]”

Bi saya vê hacetê meriv dikaribûn erd cotkirana. Hine ji wan haceta, ji hesin çêkirî bûn (1 Sm. 13:20).

“Rimên xwe jî bikin kêrên rêzvana”

Kêrên rêzvana anegorî dûzanê bûn, yanê hesinê bi cûrê kêr, yê ku teviyayî bû. Bi saya vê hacetê meriv rêzên tiriya dibirîn (Îş. 18:5).