Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Digihîjne Dila bi Kitêba “Xwe nava Hizkirina Xwedêda Xwey kin”

Digihîjne Dila bi Kitêba “Xwe nava Hizkirina Xwedêda Xwey kin”

ÇIMA EW YEK FERZ E: Meriv gerekê derheqa normên Yehowa pêbihesin û li gora van bijîn, seva ku bikaribin Xwedê usa bihebînin ku wî xweş bê (Îş. 2:3, 4). Kitêba Hizkirina Xwedê, kitêba duda ye seva ku hînkirinê derbaz kin. Ev kitêb alî şagirt dike ku têderxe wekî çawa prînsîpên Xwedê, jîyîna her rojîva tevgirêdayî ne (Îbr. 5:14). Em gerekê bixebitin, seva ku bigihînin dilê meriya çaxê wana hîn dikin. Dêmek em gerekê usa hîn kin, ku ewana xwexa bixwazin bêne guhastinê û nihêrandina rast hindava vê yekêda jî xwey kin (Rm. 6:17).

ÇA EVÊ YEKÊ BIKIN:

  • Xwe rind hazir ke, û hewcên şagirtê xwe timê bîra xweda xwey ke. Hine pirsa hazir ke yên ku fikirên serekeva girêdayî ne, û çi ku wê alî te bikin têderxî fikirên şagirt derheqa têmayê û hestên wî (Mtl. 20:5; be 259 (ru).)

  • Bide xebatê wan çargoşe, yên ku di vê kitêbêda hene, bi saya çi jî şagirt wê bivîne, ku xebitandina prînsîpên Kitêba Pîroz çiqas kar e

  • Dewsa şagirt safîkirina neke, lê alî wî bike ku li ser hîmê îsafa xwe bikaribe şêwir ke (Gl. 6:5)

  • Hergê te dît ku şagirtra alîkarî lazim e, alî wî bike ku ew prînsîpên Kitêba Pîroz bide xebatê. Bi qencî ew hêlan ke, wekî li ser hîmê hizkirina xwe hindava Yehowada, bikaribe jîyîna xweda guhastina bike (Mtl. 27:11; Yn. 14:31)