MÎNA ÎSA BIJÎN
Hîn be Wekî di Xizmetêda Hê Cêribandî Bî; Meriya Dikine Şagirt
EV YEK ÇIMA FERZ E: Yehowa toximê rastiyê dadçikîne dilê wan meriyada, yên ku “bona jiyîna heta- hetayê kifşkirî bûn” (Kr.Şn. 13:48; 1 Kr. 3:7). Lema jî em tevî Wî şixulkariyê dikin û hemû qewata xwe xizmetêda didine xebatê ku alî wan meriya bikin, kîjan ku guh dane mizgîniya xêrê (1 Kr. 9:26). Ewên ku Kitêba Pîroz hîn dibin, gerekê fem bikin, ku nixumandin ferz e seva ku xilazkirinê qazanç kin (1 Pt. 3:21). Em alî wan meriya dikin bibine şagirt, wanara dannasîn dikin û hîn dikin guhastina bikin jîyîna xweda, usa jî ku emirê xwe tesmîlî Yehowa kin (Mt. 28:19, 20).
ÇAWA BIKIN:
-
Bike bîra şagirta, wekî nêta hînbûna wane Kitêba Pîroz ew e, ku alî wan bikin Yehowa “nas kin” û dilê wî şa kin (Yn. 17:3).
-
Alî wan bike ruhanîda pêşda herin û tiştên usa nav xweda biguhêzin, ça xeysetêd xweye xirab û hevaltiya xirab
-
Pêşiya û paşî nixumandinê wana qewî ke û hêlan ke (Kr.Şn. 14: 22).
BINIHÊRE VÎDÊO “YEHOWA WÊ ALÎ TE BIKE”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
-
Kîjan tirs dikare riya hineka bigire, ku jîyîna xwe tesmîlî Yehowa kin û bêne nixumandinê?
-
Çawa rûspî dikarin alî şagirta bikin, wekî ewana ruhanîda pêşda herin?
-
Îşaya 41:10, çi me hîn dike derheqa Yehowa?
-
Rast e em gunekar in, lê dîsa jî kîjan xeyset-hunur alî me dikin Yehowara xizmet kin û dilê wî şa kin?