Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Erdê, Çem Hûfî Xwe Kir

Erdê, Çem Hûfî Xwe Kir

Nava temamiya terîxiyêda, cûre-cûre zemanada, serwêrên polîtîkê alî cimeta Yehowa dikirin (Ez. 6:1- 12; Es. 8:10-13). Hela hê wedê meda jî me dît, ku “erd”, yanê pareke vê dinyayê, carna bi aqilayî didine sekinandinê, peyketinên cimeta Xwedê, ku mîna çêm dirijin, kîjan ku Şeytan Mîrê-cina pêşda tîne (Ent. 12:16). Yehowa, Xwedayê ku xilaz dike, carna serwêra hêlan dike, wekî ewana rihetiyê bidine cimeta Wî (Zb. 68:20; Mtl. 21:1).

Lê hergê tu seva baweriyê kirine kelê? Tu car dudilî nebe, ku çevê Yehowa ser te ye (Dsp. 39:21-23; Zb. 105:17-20). Bawer be, wekî baweriya te wê bê xelatkirinê, û wekî aminiya te, xûşk-bira ser temamiya dinyayê dişidîne (Flp. 1:12-14; Ent. 2:10).

BINIHÊRE VÎDÊO “BIRÊN KORÊYÎ JI KELÊ HATINE AZAKIRINÊ”, PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:

  • Çima bi hezara birên me di kela Korêya Başûrêda, bi sala rûniştine?

  • Çi hukumetiyê hêlan kir, ku hine birên me zû ji kelê aza kin?

  • Çawa em dikarin alî birên xwe bikin, kîjan ku hemdinyayêda ji bo baweriya xwe kelada rûniştine?

  • Çawa em dikarin azaya xweye îro, kêrhatî bidine xebatê?

  • Kî bi rastî alî me dike, ku em dîwanada serkevin?

Çawa ez azaya xwe didime xebatê?