Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Çi Dikare Kitêba Pîroz Me Hîn ke?; Ça Ev Bidine Xebatê

Çi Dikare Kitêba Pîroz Me Hîn ke?; Ça Ev Bidine Xebatê

Pirtûkên “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” û “Çi Dikare Kitêba Pîroz Me Hîn ke?” wek hev in. Herd jî wê li ser gelek zimana bêne derxistinê. Ev du pirtûk hacetên baş in seva hînkirinê. Di van kitêbada pirs wek hev têne şirowekirinê û wek hev di seriyada cîwarkirî ne. Xêncî wê yekê kitêba Çi Dikare Kitêba Pîroz Me Hîn ke?bi ziman û giliyê hêsa hate nivîsandinê, û him jî hêsa ye ev fem kin. Ev kitêb sazkirî ye seva wan meriya, kîjanara ku çetin e fem kin kitêba “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?” Dewsa elametiya zêde ku di pirtûka “Çi Hîn Dike Kitêba Pîrozda?” heye, di vê kitêba dudada fikirên zêde têne dayînê, kîderê ku hine têrmîn û fikir, çi ku seriyada hene, hêsa têne şirowekirinê. Destpêka her seriyada bin navê seriya, pirs nayêne dayînê û çargoşe wekilandinê jî tune. Lê dewsê, her serîk xilaz dibe bi wekilandina fikirên sereke yên rastiya Kitêba Pîroz, çi ku seriyada hatibû şirowekirinê. Wan herd kitêba dikarin timê bela kin, hela hê wê mehê jî, çaxê ku ew kifş nekirine. Çawa em dikarin ev kitêba teze, wedê hînkirina Kitêba Pîroz bidine xebatê?

FIKIRÊN SEREKE: Seva gelek meriya, mêtoda hînkirina Kitêba Pîroz bi xwendina abzasa û dayîna pirsa, çawa ku di vê kitêbêda heye “Çi Hîn Dike Kitêba Pîroz?”, wê tiştekî normal û hêsa be. Lê hergê şagirt ziman rind nizane û nikare rind bixûne, di vê derecêda tu dikarî safî kî bidî xebatê “Çi Dikare Kitêba Pîroz Me Hîn ke?” Paşê îda wedê hînkirinê hûn dikarin derbaz kin û şêwir kin fikirên sereke ya vê seriyê. Lema jî şagirt hêlan ke wekî ew xwexa pêşda xwera serî bixûne. Ser her hînkirinekê hûn dikarin nava 15 deqeda tevî şagirt rastiyek şêwir kin. Rast e di fikirên serekeda tiştên hûr bi hûr nayê şirowekirinê, çi ku serîda têne dayînê, lema jî xizmetkar gerekê xwe rind hazir ke. Usa ewê bîra xweda xwey ke fikirên lazim û dîna xwe bide hewcên şagirt. Hergê xizmetkar, hînkirinê li ser hîmê seriyê derbaz dike, hîngê fikirên sereke dikarî bidî xebatê ça wekilandin.

FIKIRÊN ZÊDE: Têrmîn û hine fikirên ku abzasada hene, wê fikirên zêdeda, dêmek li xilaziya kitêbêda bê şirowekirinê. Xizmetkar xwexa dikare safî ke, wekî ev fikirên zêde yên ku di vê kitêbêda hene “Çi Dikare Kitêba Pîroz Me Hîn ke?” gerekê bêne şêwirkirinê wedê hînkirinê yan na.