MÎNA ÎSA BIJÎN
Cahilno, Paş Nexin Dergehên Mezinra Derbaz bin
Hergê tu cahil î, dibeke te tirê wedê cahiltiya te wê heta-hetayê bikişîne û wekî tê tu car “rojên xirab” nevînî, kîjan ku ji bo kal-pîrbûnê pêşda tên (Wz. 12:1). Heta ku wedê te heye, wê baş be bidî xebatê seva nêtên ruhanî, mesele ku bibî pêşengê hertim.
Firqî tunê em çend salî ne, em gişk dikarin rastî cûre-cûre çetinaya bên (Wz. 9:11). Hemikî “hûn nizanin wê sibê çi bê serê we” (Aqb. 4:14). Lema jî nelazim e nêtên xweye ruhanî paş xin. Heta ku “dergehekî xêrêyî mezin” bona we vekiriye, bikevnê (1 Kr. 16:9). Hûnê poşman nebin.
Nêtên ruhanî:
-
Belakirina mizgîniyê li ser zimanê din
-
Xizmetiya pêşengî
-
Mektebên Xizmetiyê
-
Xizmetiya ser avakirinê
-
Xizmetiya li Beytelê
-
Xizmetiya berpirsiyartî