Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

“Ber Dergên Bajêr, Mêrê Wê Ça Merivekî Qenc Nas Dikin”

“Ber Dergên Bajêr, Mêrê Wê Ça Merivekî Qenc Nas Dikin”

Kulfeta qenc hindava mêrê xweda baş xwe kifş dike. Wedê Lemûel Padşa, ew mêr cem kîjanî ku kulfeta qenc hebû, ber dergên bajêr ça merivekî qenc dihate naskirinê (Mtl. 31:23). Îro mêrên xweyîqedir, ça rûspî û berdestiyên civatê xizmet dikin. Hergê ewana zewacêda nin, hingê ewana bi saya rabûn-rûniştandina kulfetên xweye baş û bi piştgiriya wan, dikarin ça birên cabdar xizmet kin û borcê xwe biqedînin (1 Tîm. 3:4, 11). Kulfetên usa qenc, ne ku tenê aliyê mêrên xweda têne qîmetkirinê, lê aliyê civatêda jî.

Kulfeta qenc alî mêrê xwe dike bi wê yekê, ku . . .

  • bi giliyên baş ew hêlan dike (Mtl. 31:26).

  • bi hazirbûn qebûl dike ewê yekê, ku mêrê wê xwe tesmîlî civatê dike (1 Ts. 2:7, 8).

  • razî ye bi tiştên ku cem wê hene (1 Tîm. 6:8).

  • wî pirs nake derheqa şixulên civatê ya konfîdênsiyal (1Tîm. 2:11, 12; 1 Pt. 4:15).