QANÛNA KAHÎNTIYÊ 8-9
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ |Eyankirina Kerema Yehowa
8:6-9, 12; 9:1-5, 23, 24
Wedê kifşkirina kahîntiya Harûn û kurên wî, Yehowa agir şand û ew diyariya tevayîşewatê şewitand. Evê yekê piştgirî û qebûlkirina Yehowa, hindava vê kifşkirinê eyan kir. Usa Yehowa cimeta Îsraêlê ku wêderê bû, hêlan kir, wekî bi temamî piştgiriya kahîntiyê bikin. Lê îro Serakkahînê meyî ji Yehowa kifşkirî, Îsa Mesîhê rûmetkirî ye (Îbr. 9:11, 12). Sala 1919-da, Îsa komeke biçûke ji merivên bi ruh kifşkirî, ça “xulamê amin û serwaxt” kifş kir (Mt. 24:45). Çi îzbat dike, wekî Yehowa xulamê amin kerem dike, qebûl dike û piştgiriya wî dike?
-
Nava peyketinada jî, xulamê amin berdewam dike xwarina ruhanî dide me
-
Çawa ku hatibû pêxembertîkirinê, mizgîniya xêrê li nav temamiya dinyayêda bela dibe (Mt. 24:14).
Em çi cûreyî dikarin bi temamî piştgiriya xulamê amin û serwaxt bikin?