MÎNA ÎSA BIJÎN
Hîn be wekî di Xizmetêda Hê Cêribandî bî; Belakirina Mizgîniyê bi Têlêfonê
EV YEK ÇIMA FERZ E: Şedetiya bi têlêfonê mêtodeke kêrhatî ye ku “Mizgîniya kerema Xwedê bi merîfetî” bela kin (Kr.Şn. 20:24). * Ev yek mecalê dide ku tevî wan meriya xeber din, kîjana ku nikarin malda bivînin.
ÇAWA BIKN:
-
Xwe hazir ke. Bijbêre têmeke ku meriyara hewas be û xwera kin binivîse tuyê çi bêjî. Tu dikarî usa jî pêşda hazir bî ku çi bêjî, hergê kesek bi têlêfonê caba te nede û dengê te bê nivîsarê. Wê baş be ber texte rûnêyî û her tiştî bidî ber destê xwe, mesele nivîsarên xweyî şexsî, hacetên elektronîk ser JW Library® yan jw.org® vekirî û edebyetên din ku wê tera lazim bin
-
Berxwe nekeve. Bi tebiyetî xeber de. Bira jêst û beşera te usa bin, ça bêjî ew meriv ber te sekinî ne. Bira xeberdana teda paûzên zêde tune bin. Wê baş be, wekî tu tevî kesekî şixulkariyê bikî. Hergê xweyê malê pirsekê bide, bi dengê bilind pirsê biwekilîne, seva ku hevalkarê te bibihê û alî te bike caba vê pirsê bivînî
-
Hîmê serlêdana dubare dayne. Hergê meriv dixwaze hê zêde pêbihese, dikarî careke din tevî wî şêwir kî. Tu usa jî dikarî bêjî wî, wekî edebyeteke me bi e-nema wîra bişînî yan jî xwexa wîra bivî. Yan jî tu dikarî vîdêo yan hine gotarên ji malpera me wîra bişînî. Hergê layîq e, dikarî wî merivîra bêjî derheqa Dersên Kitêba Pîroze Onlayn yan jî tiştên din ji malpera me, ku wê bona wî kêrhatî bin
^ abz. 3 Hergê mihala weda xizmetkirina bi têlêfonê normal e, ew gerekê li gora qanûnên welat be, ya ku xweykirina înformasiya merivaye şexsîva girêdayî ye.