QANÛNA KAHÎNTIYÊ 1-3
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ |Nêta Diyariya
1:3; 2:1, 12; 3:1
Li gora Qanûna Mûsa Îsraêliya gerekê qurban bidana. Ev qurban Yehowa xweş dihatin û bi sîmbolîk didane kifşê qurbanbûna Îsa (Îbr. 8:3-5; 9:9; 10:5-10).
-
Hemû heywanên qurbankirî gerekê bêqisûr bûna. Anegorî vê yekê Îsa bedena xweye bêqisûr û kamil qurban kir (1 Pt. 1:18, 19).
-
Qurbanên tevayîşewatê bi temamî Xwedêra dihatine dayînê. Îsa jî bi temamî emirê xwe ça qurban da Yehowa
-
Çawa ku hemûyên ku qurbana heleqetiyê dianîn, tevî Xwedê edilayêda bûn, yên bi ruh kifşkirî jî, kîjan ku ser Êvara Bîranînê ji sîmbola dixwin û vedixwin, tevî Xwedê edilayêda nin