MÎNA ÎSA BIJÎN
Qîmeta Du Pola
Qîmeta qurbana jinebiyê usa hindik bû, ku xwarineke erzan jî pê nedihate kirînê. (Binihêre Lûqa 21:4; w08 1/3 12 ¶1-3) Çi jî hebû, qurbana wê jinebiyê dida kifşê, wekî ewê hebandina temiz çiqas qîmet dikir û razî bû seva vê hebandinê. Lema jî qîmeta qurbana wê ber çevê Bavê wêyî ezmana pir mezin bû (Mq. 12:43).
BINIHÊRIN VÎDÊO “PÊŞKÊŞA ME SEVA YEHOWA”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Em bona kîjan hine tişta dikarin pera qurban kin?
-
Çima qurbanên meye rezedilî qîmet in hela hingê jî, gava ev hindik in?
-
Em çawa dikarin hê zêde pêbihesin derheqa vê yekê, ku mihala xweda çi cûreyî qurbana bikin? (Binihêre çargoşe “ Hê Zêde bi Onlaynê Pêbihesin”)