MÎNA ÎSA BIJÎN
Şîretên ku Dikarin Civîna bona Xizmetiyê Diha Kêrhatî Bikin
Civînên bona xizmetiyê çawa civatên din, ji Yehowa ne û gelek ferz in. Ev civîn mecalê didine me hizkirin û qencîkirinêda hêlana bidine hev (Îbr. 10:24, 25). Ev civîn gerekê ji pênc heta heft deqa bikişînin, û nava vî wedeyîda gerekê pêra bigihînin safî kin kê tevî kê derkeve xizmetiyê, mihalên bona xizmetiyê bijbêrin û dua bikin (hergê ev civîn paşî civateke din derbaz dibe, ev gerekê hê kêm bikişîne). Birê ku civîna xizmetiyê derbaz dike, gerekê tiştekî kêrhatî hazir bike bona wan, kê ku vê rojê wê derkevin xizmetiyê. Mesele, gelek xizmetkar temamiya heftiyê nikarin derkevin xizmetiyê û çaxê roja Şemiyê têne ser civîna bona xizmetiyê, wê baş be hema pêşanînekê bikine bîra wan. Dîsa kîjan tiştên kêrhatî dikarin bêne şêwirkirinê?
-
Pêşanînên ji cûrê belakirina mizgîniyê ya “Mîna Îsa Mesîh Bijîn û Xizmet kin; Bernama Civînê”
-
Ça dikarin qewimandinek yan nûçeyekê bidine xebatê, wekî xeberdanê destpêkin
-
Ça caba neqayîlbûnekê, ku mihala weda belabûyî ye, bidin
-
Ça caba merivekî atêîst yan êvolûsîonîst bidin, usa jî ça xeber din tevî merivê ku ser zimanekî din xeber dide, yan jî çi bêjine wî merivî, rêlîgiya kîjanî ku mihala meda belabûyî nîne
-
Ça bi hostetî malpera jw.org, JW Library®, yan jî Kitêba Pîroz bidine xebatê
-
Ça haceteke ji Hacetên Sereke bona Hînkirinê bidine xebatê
-
Ça mêtodeke belakirina mizgînêda diha pêşdaçûyî bin, mesele xizmetkirina bi têlêfonê, nivîsandina nema, xizmetkirina bi stênda, serlêdanên dubare yan hînbûnên Kitêba Pîroz
-
Bike bîra xizmetkara derheqa bêxofiyê, merîfetiyê, beşera xweş, ku çiqas ferz e nihêrandina meriva hildin hesab û tiştên mayîn
-
Ders yan vîdêoyek ji broşûra “Xwendin û Hînkirinêda Cêribandî be”
-
Ça xûşk yan bira, tevî kîjanî ku xizmet dikin, hêlan kin û alîkariyê bidine wî
-
Rêzeke ji Kitêba Pîroz xizmetiyêva girêdayî, yan jî qewimandineke ji xizmetiyê ku hêlanê dide