XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN | ŞABÛNA XWE XIZMETIYÊDA ZÊDE KE
Şagirtên Xwe Hîn ke Xwarina Ruhanî Bistînin
Seva ku xwendekarê me hewcên xweye ruhanî razî kin û ruhanîda pêşda herin, lazim e wekî ewana ne ku tenê hînkirinên Kitêba Pîroz, lê hê zêde tişt pêbihesin (Mt. 5:3; Îbr. 5:12–6:2). Ewana gerekê usa jî hîn bin xwexa ruhanîda xwe têr kin.
Ji destpêka hînbûnê wana hîn ke, wekî ça xwe bona dersa hazir kin, û timê vê yekêda wana hêlan ke (mwb18.03 6). Usa jî wana hêlan ke pêşiya lêkolînkirina şexsî, dua bikin. Alî wan bike, wekî ewana bikaribin hacetên meye elektronîk bona lêkolînkirinê bidine xebatê. Wanara nîşan ke, wekî ça ewana dikarin ser malpera me jw.org û ser JW Brodkastîng tiştên ku teze têne derxistinê, bivînin. Gav pey gav wana hîn ke her roj Kitêba Pîroz bixûnin, bona civata hazir bin, û xwexa cabên pirsên xwe lêkolîn kin. Alî wan bike kûr bifikirin ser vê yekê, çi ku pêdihesin.
BINIHÊRIN VÎDÊO “ALÎ ŞAGIRTÊN XWE BIKIN XWARINA RUHANÎ BISTÎNIN” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Çi cûreyî Nîtayê alî Jîyanayê kir bivîne, wekî wedê lêkolînê bes nîne tenê caba pirsa xwe pêbihese?
-
Çi alî Jîyanayê kir îzbat be, wekî normên Yehowaye nav-namûsiyê rast in?
-
Jîyanayê derheqa fikirandina kûr, çi têderxist?