Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Bi Baweriyê Binihêre li ser Kutasiya vê Dinya Zulm

Bi Baweriyê Binihêre li ser Kutasiya vê Dinya Zulm

Zûtirekê sebira Yehowa wê xilaz be û Ewê dinya zulm kuta ke. Rêlîgiya qelp wê kuta be, koalîsya mileta wê hicûmî ser cimeta Xwedê bike û Yehowa wê merivên zulm Harmegedonêda kuta ke. Mesîhî gelek hizreta wan qewimandinên ferz in.

Hemikî em hemû tiştî derheqa tengasiya mezin hûr bi hûr nizanin. Mesele, em konkrêt nizanin ev yek wê çi çax destpêbe. Em nizanin ku qewatên polîtîkî wê çi meniya bigirin, seva ku hicûmkirina xweye ser rêlîgiya, heq derxin. Em nizanin ku hicûmkirina mileta ser cimeta Xwedê wê çiqas wede bikişîne, yan jî wê çi cûreyî be. Em usa jî nizanin ku Yehowa wê çi bide xebatê, seva ku yên zulm Harmegedonêda kuta ke.

Çi jî hebe, Nivîsarên Pîroz hemû înformasiya ku mera lazim e dide me, wekî em bona qewimandinên axiriyê bawerî û mêrxasiya xwe, unda nekin. Mesele, em zanin wekî em “rojên axiriyêda” dijîn (2 Tîm. 3:1). Em zanin wekî rojên hicûmkirina ser rêlîgiya wê “kin bin”, seva ku rêlîgiya rast neyê kutakirinê (Mt. 24:22). Em usa jî zanin wekî Yehowa wê cimeta xwe xilaz ke (2 Pt. 2:9). Him jî em haş pê hene, wekî Yehowa Îsa bijartiye, kîjan ku yekî rast û qewat e, seva ku yên zulm kuta ke û elaleta mezin Harmegedonêda xilaz ke (Ent. 19:11, 15, 16).

Ji bo qewimandinên axiriyê “dilê meriva jî ji tirsa wê bisekine”. Xêncî wê yekê çaxê em dixûnin û difikirin, ku Yehowa ça berê cimeta xwe xilaz dikir û Ewî derheqa axiriyê çi eyan kir, em dikarin “serê xwe bilind kin” û bawer bin ku azabûna me îda nêzîk e (Lq. 21:26, 28).