23-29 Kanûna Pêşin
ZEBÛR 119:121-176
Kilama 31 û Dua | Pêşxeber (deqek)
1. Çawa bi Zêdeyî Xemgîn Nebin
(10 deqe)
Temiyên Xwedê hez bike (Zb. 119:127; w18.06 17 ¶5-6)
Kirên xirab nefret ke (Zb. 119:128; w93 15/4 17 ¶12)
Guh bide Yehowa û xwe ji kirên nerast dûr bigire (Zb. 119:130, 133; Mtl. 22:3)
PIRSÊ BIDE XWE: “Ez gerekê çi bikim, wekî temiyên Xwedê hez bikim û xirabiyê nefret kim?”
2. Xizna Kitêba Pîroz
(10 deqe)
-
Zb. 119:160—Li gora vê rêzê em çida dikarin bawer bin? (w23.01 2 ¶2)
-
Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Mk. 4:14-25 (th dersa 2)
4. Xeberdanê Destpêkin
(3 deqe) MAL BI MAL (lmd dersa 1, abzasa 5).
5. Xeberdanê Berdewam kin
(4 deqe) MAL BI MAL. Alî meriv bike vê înformasiyayê ser jw.org bivîne, kîjan ku jêra hewas e (lmd dersa 8, abzasa 3).
6. Şagirta Hazir kin
(5 deqe) Şêwirkirin tevî xwendekarê ku nehertim tê ser civata (lmd dersa 12, abzasa 4).
Kilama 121
7. Bira Pere Nebine Sebebê Diltengiya We
(15 deqe) Şêwirkirin.
Merivên perehez “xwe kirine xweyê kul û derda” (1 Tîm. 6:9, 10). Jêrê derheqa hine çetinaya tê gotinê, rastî kîjana emê bên, hergê perehez bin û ev yek jîyîna meda ciyê pêşin bigire.
-
Emê nikaribin heleqetiya nêzîk tevî Yehowa qazanc kin (Mt. 6:24).
-
Çevê me wê tu car têr nebe (Wz. 5:10).
-
Mera wê diha çetin be xwe ji xirabiyê dûr bigirin, mesele ji derewiyê, diziyê û nemamiyê (Mtl. 28:20). Lê hergê em tiştekî nerast bikin, emê timê xwe neheq kin, navê me wê xirab be û Xwedê wê ji me razî nîbe.
Bixûne Îbranî 13:5, û paşê vê pirsê şêwir kin:
-
Çi wê alî me bike, wekî aliyê êmosiyalîda ziyanê nestînin û çira?
Hergê em perehez nînin jî, yeke emê zirarê bistînin hergê bi bîlanî pera nedine xebatê.
Vêxe vîdêo ANÎMASYONA NEQIŞKIRÎ Perê Xwe Rast Xerc ke. Paşê pirsa bide guhdara:
-
Em çira gerekê bifikirin, ku ça perê xwe rast xerc kin û ça em dikarin vê yekê bikin?
-
Çira baş e hine pere paş xin?
-
Çira ne bi bîlanî ye deynên nelazim bikine stiyê xwe?
8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda
(30 deqe) bt serê 20, abzasa ¶1-7, û pêşxebera para 7