30 Kanûna Pêşin, 2024–5 Çileyê, 2025
ZEBÛR 120-126
Kilama 144 û Dua | Pêşxeber (deqek)
1. Wana Pê Hêsira Direşandin, Lê Pê Eşq û Şabûnê Didirûtin
(10 deqe)
Îsraêlî gelek şa bûn, çaxê ji Babîlonê aza bûn wekî hebandina rast vegerînin (Zb. 126:1-3)
Kesên ku vegeriyane Cihûstanê, ji bo şixulên giran ku hîviya wan bûn, digiriyan (Zb. 126:5; w04 1/6 16 ¶10)
Cimetê teyax kir û hate keremkirinê (Zb. 126:6; w21.11 24 ¶17; w01 15/7 18-19 ¶13-14; binihêre ser rûyê pêşin)
BIFIKIRE: Paşî Harmegedonê emê rastî çi çetinaya bên, çaxê erd bikine cinet? Emê çi kerema bistînin?
2. Xizna Kitêba Pîroz
(10 deqe)
-
Zb. 124:2-5—Gelo Yehowa wê me xwey ke, çawa ku ewî cimeta Îsraêl xwey kir? (cl 73 ¶15)
-
Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Mk. 4:26-41 (th dersa 5)
4. Xeberdanê Destpêkin
(3 deqe) XIZMETÎ LI WAN CIYA KÎDERÊ GELEK MERIV IN (lmd dersa 3, abzasa 5).
5. Xeberdanê Berdewam kin
(4 deqe) MAL BI MAL. Wedê serlêdana pêşin meriv dudilîbûna xwe hindava Kitêba Pîroz dabû kifşê (lmd dersa 9, abzasa 5).
6. Şagirta Hazir kin
Kilama 155
7. Ji Sozên Xwedê Şabûnê Bistîne
(15 deqe) Şêwirkirin.
Yehowa sozê xwe derheqa cimeta xwe, ku dîltiya Babîlonêda bû, anî sêrî. Ewî ewana vegerandin û ruhanîda qenc kirin (Îş. 33:24). Eşkere ye, ku Xwedê ewana û heywanên wane malê xwey dikir ji şêra û terewilên din, yên ku ji hev zêde bibûn, çimkî meriv wêderê ne diman (Îş. 65:25). Wana lezet distand, çimkî malên xweda diman û berên baxçên xwe dixwarin (Îş. 65:21). Xwedê kirên destên wan kerem kir û wana gelek sal emir kir û ji emirê xwe lezet distandin (Îş. 65:22, 23).
Vêxe VÎDÊO Şabûnê Bistînin, ji Sozên Yehowa Derheqa Edilayê—Parek. Paşê pirsa bide guhdara:
-
Îro çi cûreyî ev pêxembertî ber çevê me têne sêrî?
-
Ev pêxembertî wê çawa dinya tezeda raste-rast bêne sêrî?
-
Heçî zef tu dixwazî pêkhatina kîjan pêxembertiyê bivînî?
8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda
(30 deqe) bt serê 20, abzasa ¶8-12, çargoşe ser rûp. 161