Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kilamên Padşatiyê, Me Qewî Dikin

Kilamên Padşatiyê, Me Qewî Dikin

Pawlos û Sîlas di kelêda bi kilama eşqî Xwedê distiran (Kr.Şn. 16:25). Wedê meda jî bawermendên me kilamên Padşatiyê distiran, çaxê ewana di Almanyaye natsîstada di girtîgehêda rûniştibûn, û usa jî çaxê wana wek dîl şandin Sîbîryayê. Ew mesele didine kifşê, wekî qewata kilama heye wedê cêribandina me qewî ke û mêrxas ke.

Zûtirekê ser gelek zimana wê bistînin kitêba kilama ya teze bi navê “Bi Dil û Can Bona Yehowa Bistirên”. Çaxê em evê kitêbê bistînin, em dikarin kilama bîra xweda xwey kin û wedê qulixkirina tevî malbetê bistirên ku hîn bin (Ef. 5:19). Hingê ruhê pîroz wê alî me bike ku wedê cêribandina evan kilama bikine bîra xwe. Kilamên Padşatiyê dikarin alî me bikin dîna xwe bidine sozê Xwedê û him jî ewana dikarin me qewî kin wedê çetinaya. Û çaxê em xwe baş texmîn dikin hingê giliyên kilamê dikarin alî me bikin wekî “bi dil û can” bistirên (1 Dr. 15:16; Zb. 33:1-3). Werên em hemû tiştî bikin, seva ku kilamên Padşatiyê timê bidine xebatê!

BINIHÊRE VÎDÊO “KILAMÊN PADŞATIYÊ, ME QEWÎ DIKIN”. PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:

  • Kîjan derecada Birê Frost kilam nivîsî?

  • Çawa kilam qewî kir birê me, çaxê ew di girtîgehêda Almanyaye natsîstada rûniştibû?

  • Îro çi derecada kilamên Padşatiyê dikarin me qewî kin?

  • Kîjan kilamên Padşatiyê tu dixwazî bi ezberî hîn bî?