Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Bi Dil û Can Nêzîkî Wan bin

Bi Dil û Can Nêzîkî Wan bin

Bi dil û can nêzîkî kê bin? Nêzîkî hemûyên ku têne ser civatên me, ça yên teze usa jî ewên ku gelek sal di civatêda ne (Rom. 15:7; Îbrn. 13:2). Dibe ku ew xûşk-birê me be, yê ku ji welatekî din hatiye yan jî ewê, ku gelek sal nedihate civatê. Hela deqekî xwe dayne dewsa wan meriva. Bê şik teyî gelek qîmet kira, hergê kesek nêzîkî te bûya û bi dil te silav kira (Met. 7:12). Lema jî qewatê bide xebatê seva ku pêşiya û paşê civatê nêzîkî kesekî bî û wana silav kî. Ji bo vê yekê dereceke baş çêdibe, hizkirin eyan dibe û Yehowa hurmet dibe (Met. 5:16). Hemikî tu nikarî nêzîkî her kesî bî û wanara xeber dî. Çi jî hebe, hergê gişk wê tiştekî ji aliyê xweda bikin, hingê kesek bê silav wê nemîne. *

Mêvanhiziya me, ne ku tenê li ser civatê yan Êvara Bîraninê tê kifşê, lê hertim. Çaxê yên teze di civatêda hizkirinê divînin û hindava wanda jî hizikirinê didine kifşê, ewana hêlan dibin Xwedê hurmet kin û hebandinêda tevî me bibine yek (Yn. 13:35).

^ abz. 3 Li gora prînsîpên Kitêba Pîroz, şixulê me tune tevî rabera û ewên ku ji civatê hatine derxistinê û dîsa jî têne civatê (1 Kr. 5:11; 2 Yn. 10).