Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | MARQOS 3-4

Qenckirin li Roja Şemiyê

Qenckirin li Roja Şemiyê

3:1-5

Çima Îsa berxweket bona nihêrandina serwêrên dînê Cihûya? Çimkî wana roja Şemiyê kire wek barekî giran, nava kîjanîda ku gelek qedexekirin hebû. Bese xeberê îzin tune bû, wekî kêç yanê sipî bikujin. Roja Şemiyê meriv dikaribûn bi qanûnî tenê hingê qenckirinê bistînin, hergê jîyîna wan bin qeziyêda bû. Lê îzna wan tune bû, wekî hestiyên şkestî û betanê ziyankirî qenc kin. Eşkere ye, ku qe xema serwêrên rêlîgiyayê tune bû wî merivîra, destê kîjanî ku kişiyabû.