MÎNA ÎSA BIJÎN
Rind Bide Xebatê Qutiya Meye Haceta seva Hînkirinê
Çaxê em meriya hazir dikin, ku ewana bibine şagirt, ev yek mîna avakirina xaniyê ye. Seva ku rind xaniyê ava kin, gerekê hîn bin rind hacetên xwe bidine xebatê. Anegorî wê yekê, em gerekê hîn bin rind Xebera Xwedê bidine xebatê, çi ku haceta me ya sereke ye (2 Tîmt. 2:15). Em usa jî gerekê hîn bin rind bidine xebatê edebyetên din û vîdêoya, çi ku Qutiya meye Hacetada heye. Ev wê alî me bike bîr nekin nêta xwe, ku meriya bikine şagirt. *
Çawa tu dikarî hîn bî rind bidî xebatê hacetên ji Qutiya meye ruhanî? (1) Alîkariyê bixwaze ji berpirsiyarê koma dannasînkirinê, (2) tevî xizmetkarên cêribandî xizmet bike, yan tevî pêşenga, û (3) çi ku hîn dibî, bide xebatê. Çaxê tu cêribandî dibî û dikarî rind bidî xebatê edebyeta û vîdêoya, hingê tu şabûneke daha mezin distînî ji şixulê ku niha pêşda diçe.
JÛRNAL
BROŞÛR
KITÊB
BELAVOK
VÎDÊO
TEGLÎFNEMA
KARTÊN TÊKLÎBÛNÊ
^ abz. 3 Hine edebyetên ku nayêne dîtinê Qutiya Hacetada, ewana hatibûn nivîsarê bona xwendewanên mexsûs. Û wana dikarin hingê bidine xebatê, çaxê derece wê layîq be.