MÎNA ÎSA BIJÎN
Belakirina Mizgîniyê û Hînkirin Ferz in, seva ku Meriv Bikaribin Bibine Şagirt
Îsa temî dabû peyçûyên xwe, wekî herin û meriya bikine şagirt (Met. 28:19). Dikete nava vê yekê belakirina mizgîniyê û hînkirin. Car-cara em gerekê ji xwe bipirsin: “Çawa ez dikarim xizmetiya vî cûreyîda, hê cêribandî bim?”
BELAKIRINA MIZGÎNIYÊ
Dewsa ku hîviyê bin, wekî meriv xwexe bêne cem me, em gerekê bi xîret yên “hêja” bigerin (Met. 10:11). Çaxê em mizgîniyê bela dikin, em gerekê hişyar bin û her mecalekî bidine xebatê, seva ku bikevine xeberdanê tevî merivên ku rastî me tên (Kar. Şand. 17:17). Lîdya bû şagirt bi saya wê yekê, ku Pawlosê şandî bi dil û can mizgîniya Xwedê gîhande wê (Kar. Şand. 16:13-15).
BINIHÊRE VÎDÊO “BERDEWAM KIN ‘TIMÊ’ XIZMET KIN; NEFORMAL Û MAL BI MAL” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
-
Çawa Samûyêl jîyîna xweye herrojîda nîşan kir, wekî ew bi xîret toximê rastiyê diçand?
-
Çima em gerekê her cûre xizmetiyada kar bikin?
-
Her roj tu tevî kê dikarî derheqa mizgîniya Padşatiyê xeber dî?
HÎNKIRIN
Seva ku meriya bikine şagirt, em gerekê hê zêde bikin, ne ku tenê wanara edebyeta bihêlin. Xêncî wê yekê em gerekê serlêdanên dubare bikin û hînbûna Kitêba Pîroz jî derbaz kin, seva ku alî wan bikin ruhanîda pêşda herin (1 Korn. 3:6-9). Lê hergê em bi dil qewatê didine xebatê ku derheqa Padşatiyê meriya hîn kin, û kara vê yekê hindik e? (Met. 13:19-22). Dîsa jî em gerekê berdewam kin bigerin wan meriya, dilê kîjana ku wek “erdê” qenc e (Met. 13:23; Kar. Şand. 13:48).
BINIHÊRE VÎDÊO “BERDEWAM KIN ‘TIMÊ’ XIZMET KIN; LI WAN CIYA KÎDERÊ GELEK MERIV TOP DIBIN Û ŞAGIRTA HAZIR KIN” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
-
Çawa Silêman û Meriyamê, toximên rastiyê av didan dilê Hezeqêl û Abîgaylêda?
-
Hemû cûre xizmetiyada, usa jî li wan ciya, kîderê ku gelek meriv top dibin, nêta me gerekê çi be?
-
Çawa em dikarin hê zêde dîna xwe bidine hînkirina merivên din?