Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Tuyê Çawa Bona Êvara Biranînê Xwe Hazir kî?

Tuyê Çawa Bona Êvara Biranînê Xwe Hazir kî?

Destpêbûyî ji vê salê, hê zêde wedê me wê hebe, bona Êvara Bîranîna Mesîh rind hazir bin. Hergê Êvara Bîranînê wê bikeve rojên ji Duşemê heta Îniyê, hingê Civat Bijîn û Xizmet kin li vê heftiyê wê derbaz nebe. Lê hergê ewê bikeve roja Şemiyê yan Ledê, hingê gotar û hînbûna Birca Qerewiliyê wê tune be. Evî wedeyî tu dikarî bidî xebatê, ku hê zêde xizmet kî. Anegorî qirna yekê, bona vê qewimandina mexsûs gerekê hemû tişt rind hazirkirî be (Lq. 22:7-13; km 3/15 1). Lê her kes ji me gerekê dilê xwe bona vê yekê hazir ke. Lê çi cûreyî?

  • Bifikire, ku çiqas ferz e bêyî ser vê qewimandinê (1 Kr. 11:23-26).

  • Dua bike û bifikire derheqa heleqetiya xwe tevî Yehowa (1 Kr. 11:27-29; 2 Kr. 13:5).

  • Bixûne û bifikire ser wê înformasiyayê, kîderê ku tê şirovekirinê derheqa mena Êvara Bîranînê (Yn. 3:16; 15:13).

Hine xizmetkar dixûnin û difikirin ser rêzên Kitêba Pîroz, kîjan ku dikevin wedê Êvara Bîranînê, û têne hildanê ji broşûra “Her Roj Nivîsarên Pîroz Lêkolîn Bikin”. Yên din dixûnin bernama wan rêza, kîjan ku jêrê kifş kirîne. Hene yên usa jî, ku lêkolîn dikin gotarên “Birca Qerewiliyê” kîderê ku derheqa Êvara Bîranînê tê şêwirkirinê usa jî derheqa hizkirina Yehowa û Îsa ku ewana hindava meda dane kifşê. Firqî tune tuyê çi bijbêrî bona lêkolîna şexsî, ferz e wekî ev yek te hê nêzîkî Yehowa û Kurê wî ke.