Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hînbûna Ruhanî Bistîne

Hînbûna Ruhanî Bistîne

EV YEK ÇIMA FERZ E: Mamosteyî Mezin, dêmek Yehowa, hînbûneke herî baş dide me. Ew me hîn dike, ku çawa jîyîna xwe bextewar kin û hazir bin bona axiriya pir baş. Him jî mera nelazim e heqê vê hînbûnê bidin (Îş. 11:6-9; 30:20, 21; Ent. 22:17). Dikeve nava vê hînbûnê usa jî temiya Yehowa, wekî mizgîniya xêrê ya ku jîyînê xilaz dike, meriyara eyan kin (2 Kr. 3:5).

ÇAWA BIKIN:

  • Milûktiyê nav xweda pêşda bîne (Zb. 25:8, 9).

  • Qewatê bide xebatê, wekî bistînî hînbûna ji Yehowa, kîjan ku ew ser civatê bi saya dersa, dide me.

  • Nêtên ruhanî dayne pêşiya xwe (Flp. 3:13).

  • Hazir be hine tişt qurban kî, seva ku evê hînbûnê bistînî (Flp. 3:8).

BINIHÊRE VÎDÊO “JI YEHOWA KEREMÊN RUHANÎ DISTÎNIN”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:

  • Hine xizmetkar rastî kîjan çetinaya hatin, seva ku derbaz bin Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê?

  • Çida kêrhatî ye Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê?

  • Çawa endemên civatê alîkariyê dane wan, kî ku kifşkirina teze standine?

  • Çi tê dewakirinê ji wan xûşk-bira, kî ku dixwaze derbaz be Mekteba seva Mizgînvanên Padşatiyê? (kr 189)

  • Teşkîleta Yehowada tu dikarî dîsa kîjan hînbûnê bistînî?

Tuyê çi kerema qazanç kî hergê hînbûna ruhanî bistînî?