Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Bona Min Çi Diha Ferz e?

Bona Min Çi Diha Ferz e?

Aqûb tevî melek ketibû gulaşê seva tiştekî ferz, dêmek keremên Yehowa (Dsp. 32:24-31; Hs. 12:3, 4). Lê derheqa me em çi dikarin bêjin? Gelo em hazir in hemû qewata xwe bidine xebatê, seva gura Yehowa bikin û keremên wî qazanckin? Mesele, emê çi bikin hergê ber bijartinê bisekinin ku herine civatê yan çend siheta zêde, bixebitin? Çaxê em wedê xwe û qewata xwe bona Yehowa xerc dikin, Ew keremên xwe ser meda dibarîne (Mlx. 3:10). Ew rêberiyê me dike, me diparêze û bona hewcên me xem dike (Mt. 6:33; Îbr. 13:5).

BINIHÊRE VÎDÊO DRAMA “NÊTÊN XWEYE RUHANÎ TIMÊ BÎRA XWEDA XWEY KIN”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:

  • Çi cûreyî xûşk hate cêribandinê bi tiştê ku ewê hiz dikir?

  • Çi cûreyî mezinê xebata me, dikare bibe cêribandina me?

  • Çima Tîmotêyo dîsa gerekê nêtên ruhanî daniya pêşiya xwe, hela hê çaxê ew ruhanîda cêribandî bû jî? (1 Tîm. 4:16)

  • Çi seva te diha ferz e?

    Çawa em dikarin bidine kifşê, ku bona me çi diha ferz e?