Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

“Xwedêyên Xerîbe nava Xweda Bavêjin”

“Xwedêyên Xerîbe nava Xweda Bavêjin”

Aqûb zanibû, ku Yehowa hêja ye wîra amin bimînin, hela hingê jî gava qanûn derheqa pûtparistiyê nehatibû dayînê (Drk. 20:3-5). Lema jî çaxê Yehowa gote Aqûb vegere Beytelê, ewî rêberî da gişka ku xwedêyên xerîb nava xweda hildin bavêjin. Ewî hemû pût, guhar û telîsme ku bona pûtparistiyê didane xebatê, kuta kirin (Dsp. 35:1-4). Bêşik dilê Yehowa gelek şa bû, ku Aqûb usa kir.

Lê çawa îro em dikarin aminiya xwe hindava Yehowa bidine kifşê? Em xwe dûr digirin ji wan hemû tişta, çi ku pûtparistiyêva û sêrbaziyêva girêdayî ne. Em usa jî ji xwe dûr dixin wan tişta, çi ku koçektiyêva girêdayî ne, û em wedederbazkirinada jî fesal in. Wê baş be pirsa bidine xwe: “Min xweş tên sînem, kitêb yan cûrê wedederbazkirina usa, ku vampîr, zombî û tiştên netebyetîva girêdayî ne? Wedederbazkirina minda, cedûtî yan jî nifir, normal tê kifşê?” Dêmek em gerekê xwe dûr bigirin ji wan hemû tişta, çi ku Yehowa nefret dike (Zb. 97:10).

BINIHÊRE VÎDÊO “MIQABILÎ MÎRÊCIN BISEKININ”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:

  • Palêsa rastî çi çetinaya hatibû?

  • Çima wê baş be, ji rûspiya alîkariyê bixwazin, hergê hûn yan kesekî din ji bo cina diçerçirin?

  • Miqabilî Mîrêcin bisekinin û xwe li Xwedê bigirin (Aqb. 4:7, 8)

    Ewên ku dixwazin ji Yehowa alîkariyê bistînin, kîjan tişta gerekê ji xwe dûr xin?

  • Palêsayê çi kir?

  • Tu gerekê kîjan tişta ji xwe dûr xî, yên ku cinava girêdayî ne û welatê teda belabûyî ne?