Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | ÎŞAYA 52-57

Îsa bona Me Çerçirî

Îsa bona Me Çerçirî

“Ew hate nefretkirinê û meriv pişta xwe dane wî  . . . Me tirê ku Xwedê lê ceza dikir û diçerçirand”

53:3-5

  • Îsa hatibû nefretkirinê û wî neheq dikirin, yan çi ewî qerfê xwe Xwedê dikir. Hine meriv bawer dikirin wekî Xwedê wî ceza dikir

“Xwestina Yehowa bû wekî ew bê çerçirandinê,  . . . û bi saya wî qirara Yehowa wê bê sêrî”

53:10

  • Bi rastî Yehowa dilteng bû çaxê dît ku Kurê wî tê kuştine. Lê ew gelek şa dibû çaxê didît çawa Îsa heta xilaziyê wîra amin ma. Mirina Îsa da îzbatkirinê ku Şeytan ne rast bû çaxê aminya xizmetkarên Yehowa kire bin şikê. Qurbanbûna wî kareke mezin anî wan merivara yên ku gunên xwe tobe dikin. Usa jî bi saya mirina Îsa, qirara Yehowa tê sêrî