MÎNA ÎSA BIJÎN
Baweriya Xweda Şa bin
Bawerî mîna lenger e (Îbr. 6:19). Çawa ku lenger alî gemiyê dike ku neçe bin avê wedê firtonê, usa jî bawerî alî me dike wekî wedê çetinaya ruhanîda nekevin (1 Tîm. 1:18, 19). Nav wan çetinaya dikevin şaşiyên me, kêmasiya pere, nexweşî, mirina merivê meye nêzîk yan jî tiştên din ku dikarin ziyanê bidine baweriya me.
Bi baweriyê em dikarin xelata sozdayî zelal bivînin (2 Kr. 4:16-18; Îbr. 11:13, 26, 27). Firqî tune baweriya me ser jîyîna ezmana yan ser erdê ye, em gerekê timê ser sozên Kitêba Pîroz bifikirin seva ku baweriya xwe bişidînin. Û ev yek wê alî me bike şabûnê xwey kin çaxê ji bo çetinaya diçerçirin (1 Pt. 1:6, 7).
BINIHÊRIN VÎDÊO “BAWERIYÊDA ŞA BIN”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Mûsa çida meselekî baş e bona me?
-
Cabdariya malxê malê çida ne?
-
Wedê Qulixkirina tevî Malbetê hûn çi têma dikarin şêwirkin?
-
Bawerî çawa dikare alî te bike çetinayada teyax kî?
-
Lê tu hîviya çi yî?