Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

FIKIRÊN QÎMÊT JI XEBERA XWEDÊ | ÎŞAYA 63-66

Ezmanên Nû û Erdê Nû wê Şabûna Mezin Bînin

Ezmanên Nû û Erdê Nû wê Şabûna Mezin Bînin

Îşaya serê 65-da tê gotinê derheqa ezmanê nû û erdê nû, çi ku Yehowa wê çêke. Ser zimanê Îbranî, ew rêz usa hate nivîsarê tê bêjî ew niha tê sêrî, û ev yek eyan dike wekî ew soz wê eseyî bê sêrî.

Yehowa ezmanê nû û erdê nû çêdike, kîderêda tiştên berê îda nekevine bîra me

65:17

Çi ye ezmanê nû?

  • Ew heye serwêrtiya nû, kîjan ku wê rastiyê bîne ser erdê

  • Ew hatibû sazkirinê di sala 1914-da, çaxê Mesîh Padşatiya Xwedêda bû Padşa

Çi ye erdê nû?

  • Ew heye merivên ji hemû mileta û zimana, ku bi şabûn piştgiriya serwêrtiya Padşatiya Xwedê dikin

Çi cûreyî tiştên berê wê îda nekevine bîra me?

  • Sebeba bîranînên nebaş, ku ji bo problêmên fîzîkî, êmosiyalî û yên din pêşda tên, wê îda tune bin

  • Merivên amin wê ji jîyîna xwe şabûn û lezetê bistînin, û tenê tiştên baş vê bikevine bîra wan