Bi Destê Hineka Geleka Têr Dikin
Pêşiya Cejina Derbazbûnê di sala 32-da D.M., Îsa keremetek kir, derheqa kîjanî ku çar nivîskarên Încîlê nivîsî ne.
Bi saya vê keremetê, Îsa tişteke usa kir, çi ku heta roja îroyîn berdewam dibe.
-
Îsa rêberiyê dabû şagirtên xwe ku elaletê têr kin. Cem wana tenê pênc nan û du mesî hebûn
-
Îsa nan û mesî hildan, dua kir, û destpêkir ew bide şagirta, seva ku ewana elaletêra bela kin
-
Bi saya vê keremetê epêce xwarin bona herkesa hebû, û hela hê vê zêdetir jî. Îsa bi destê çend şagirtên xwe, bi hezara meriva têr kirin
-
Îsa pêxembertî kir, ku rojên paşinda, ewê komekê kifş ke, yê ku “wextda xwarina” ruhanî bide (Mt. 24:45).
-
Di sala 1919-da, Îsa li ser “mala xwe”, kifş kir “xulamê amin û serwaxt”, dêmek komeke biçûk ya birên bi ruh kifşkirî, ku xwarina ruhanî bidin
-
Bi saya vê koma biçûk ya birên bi ruh kifşkirî, Îsa wek qirna yekêda û îro jî ewî şixulî dike
Çawa ez dikarim nîşan kim, ku qedir-siyaneta vê komê digirim, ya ku Îsa dide xebatê, wekî ruhanîda meriya têr ke?