MÎNA ÎSA BIJÎN
“Qedrê Dê-Bavê Xwe Bigire”
Çaxê Îsa li ser erdê bû, ew dîna xwe da vê temiyê “qedirê dê-bavê xwe” bigire (Drk. 20:12; Mt. 15:4). Îsa dikaribû bi serbestiyê evê yekê bêje, çimkî ew xwexa “gura” dê-bavê xweda bû (Lq. 2:51). Û çaxê ew mezin bû, xem kir, ku paşî mirina wî, kesek miqatî diya wî be (Yn. 19:26, 27).
Îro jî, Mesîhiyên cahil gura dê-bavê xwe dikin û qedrê wan zanin. Hemikî ev temî tu car wê neyê guhastinê. Hela çaxê dê-bav kal-pîr bûne jî, em gerekê qedirê wan bizanibin û ji serwaxtiya wan hîn bin (Mtl. 23:22). Em usa jî gerekê aliyê êmosiyalîda û perada derheqa hewcên dê-bavên xweyî emirda mezin, xem bikin (1 Tîm. 5:8). Firqî tune em cahil in yan emirda mezin in, em gerekê heleqetiya baş tevî dê-bavê xwe xwey kin, çimkî usa em qedir didine kifşê.
BINIHÊRE VÎDÊOYA ANÎMASYONÊ “ÇAWA TEVÎ DÊ-BAVÊ XWE XEBER DIM?” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:
-
Çima tera çetin e, dê-bavê xwera xeber dî?
-
Çawa tu dikarî qedir hindava dê-bavê xweda bidî kifşê, çaxê wanara xeber didî?
-
Çima hêjayî ye qewatê bidine xebatê, seva ku dê-bavê xwera xeber dî? (Mtl. 15:22)