Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Hîn Be Wekî Di Xizmetêda Hê Cêribandî Bî; Pirsên Kêrhatî Didine Xebatê

Hîn Be Wekî Di Xizmetêda Hê Cêribandî Bî; Pirsên Kêrhatî Didine Xebatê

EV YEK ÇIMA FERZ E: Hergê “meremê dilê mêriv” mîna ava bîrekî kûr in, pirsên me jî wê mîna derdanekî bin, ku alîkariyê bidin avê hilçînin (Mtl. 20:5). Pirs alî me dikin ku meriv guhdarvanên baş bin. Cabên ser pirsên rind bijartî gelek car alîkariyê didin wekî meremên dilê meriv têderxin. Îsa pirsên kêrhatî didane xebatê. Çawa em dikarin çev bidine wî?

ÇAWA BIKIN:

  • Pirsên rind bijartî bide xebatê. Îsa gelek pirs dida xebatê, ku nihêrandina şagirtên xwe pêbihese (Mt. 16:13-16; be 238 ¶3-5) Kîjan pirsa tu dikarî bidî?

  • Alîkariyê bide, ku bêne ser nêteke rast. Seva ku nihêrandina Petrûs rast ke, Îsa hine pirs û cab da xebatê, ku alî wî bike bê ser nêteke rast (Mt. 17:24-26). Kîjan pirsa tu dikarî bidî xebatê, wekî alî kesekî bikî bê ser nêteke rast?

  • Payê guhdarê xwe bide. Çaxê qanûnzanek “bi aqilî caba xwe da”, Îsa payê wî dabû (Mq. 12:34). Lê çawa tu dikarî payê kesekî bidî, çaxê ew wê caba xwe bide?

BINIHÊRE PARA PÊŞINE VÎDÊO “BIKE EW, ÇI KU ÎSA DIKIR: HÎN KE”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:

  • Çima ew meselekî nebaş e ya hînkirinê, hela hergê hemû înformasiya rast e jî?

  • Çima em gerekê ne ku tenê tiştekî şirowekin, lê hê zêde bikin?

BINIHÊRE PARA DUDA YA VÊ VÎDÊO, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDE:

  • Çawa bira, pirsa kêrhatî da xebatê?

  • Kîjan cûrên hînkirinê em dikarin bidine xebatê?

Çawa hînkirina me ser meriya hukum dike? (Lq. 24:32)