Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ | METTA 12-13

Mesela Derheqa Genim û Zîwanê

Mesela Derheqa Genim û Zîwanê

Îsa mesela derheqa genim û zîwana da xebatê, seva nîşan ke, ku çawa û çiçax ewê bijbêre û top ke temamiya koma Mesîhiyên bi ruh kifşkirî; çandin destpêbû di sala 33-da D.M.

13:24

“Merivekî nav erdê xweda toximê qenc çand”

  • Merivê ku daçikand: Îsa Mesîh

  • Toximê qenc daçikandiye: Şagirtên Îsa bi ruhê pîroz hatine kifşkirinê

  • Erd: Însanet

13:25

“Gava hemû razayî bûn, dijminê wî hat û li nav genimda zîwan jî çand”

  • Dijmin: Şeytan

  • Hemû razayî bûn: Mirina şagirta

13:30

“Bihêlin bira her du jî hevra bigihîjin”

  • Genim: Mesîhiyên bi ruh kifşkirî

  • Zîwan: Mesîhiyên qelp

“Pêşiyê zîwanê biçinin . . . genim bikine embara min”

  • Xulam/pale: Melek

  • Zîwanên topkirî: Mesîhiyên qelp, ji Mesîhiyên bi ruh kifşkirî hatine cudekirinê

  • Genim dikine embarê: Mesîhiyên bi ruh kifşkirî di civata tezekirîda hatine topkirinê

Çaxê wedê nandirûnê destpêbû, hingê çi cude kir Mesîhiyên rast ji yên qelp?

Çi kar ez dikarim ji femkirina vê meselê bistînim?