Pêşanî
“BIRCA QEREWILIYÊ”
Bipirse: Hergê Kitêba Pîroz ji Xwedê ye, dêmek meriv çi jî miqabilî wê bikin seva ku ew kuta kin, wê ji qewata wan der be. Hûn vê yekêra qayil in?
Rêz: Îş. 40:8
Pêşkêş ke: Di wê rêza gotarada tê gilîkirinê ku çawa Kitêba Pîroz heta rojên me hate xweykirinê.
“BIRCA QEREWILIYÊ” (pişta jûrnalê)
Bipirse: Hûn derheqa vê pirsê çi difikirin? [Bixûne pirsa pêşin ser rûpêla 16.] Hinek difikirin wekî meriv ew ji berxwe derxistine. Yên din jî difikirin ku Xwedê bi saya rêlîgîyê me nêzîkî xwe dike. Lê hûn ça difikirin?
Rêz: Aqb. 1:27
Pêşkêş ke: Di vê gotarêda tê gotinê wekî Kitêba Pîroz derheqa vê yekê çi dibêje. Çend roj şûnda ezê vira bim û em dikarin hinê fikirên ji vê gotarê şêwirkin.
“MIZGÎNIYA XWEDÊ SEVA MERIYA”
Bipirse: Geleka difikirin ku xwendina pêxembertiyên Kiteba Pîroz, ew mîna xwendina rojnemê ye. Dixwazim tiştekî wera bixûnim, derheqa kîjan ku dibeke we bihîsti bû yan jî dîtibû.
Rêz: 2 Tîm. 3:1-5
Pêşkêş ke: Ew broşûr şirovedike ku çawa halê usa xirab, dikare bê hesabê mizgîniya xêrê seva wan meriya, yên ku Xwedê hiz dikin. [Dîna wî bide dersa 1, pirsa 2.]
PÊŞANÎNA XWE ÇÊKE
Evan mesela bide xebatê, seva ku pêşanîna xwe çêkî.