ZEBÛR 74-78
FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ |Şixûlên Xwedê Bikine Bîra Xwe
Gelek ferz e em bifikirin derheqa tiştên baş, ku Yehowa kiriye
74:16; 77:6, 11, 12
-
Çaxê em difikirin, ew yek alî me dike fem bikin ew çi ku ji Xebera Xwedê dixûnin. Ew usa jî razîbûna me hindava xwarina ruhanî mezin dike
-
Çaxê em kûr derheqa Yehowa difikirin, ev alî me dike bîr nekin şixulên wîyî baş û timê dîna xwe bidine sozên wî
Nava şixulên Yehowa dikeve:
74:16, 17; 75:6, 7; 78:11-17
-
Efirandin.
Çiqas hê zêde em derheqa efirandinê pêdihesin, haqas hê zêde em dixwazin Yehowa rûmet kin
-
Mêrên kifşkirî di civatêda.
Em gerekê gura wanda bin, kîjana ku Yehowa kifşkir seva ku rêberiya me bikin
-
Kirên wî, ku çawa ew xilaz dikir.
Çaxê em kirên Yehowa yên xilazkirinê dikine bîra xwe, ev baweriya me qewî dike û alî me dike dudilî nîbin di wê yekêda, ku ew derheqa xizmetkarên xwe dikare xem bike