Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

XWE BONA XIZMETIYÊ HAZIR KIN | ŞABÛNA XWE XIZMETIYÊDA ZÊDE KE

Dilşewat be

Dilşewat be

Dilşewatî ew fereset e ku fikir, hest û hewcên meriva fem bikin û tiştên bona wan qîmet hildin hesab. Meriv hêsa têderdixin, çaxê em hindava wanda dilşewat in. Hergê em bi rastî dixwazin alî meriva bikin, hingê emê hêlan bin dilşewatiyê bidine kifşê. Çaxê em xizmetiyêda dilşewatiyê didine kifşê, bi wê yekê em çev didine hizkirin û xemkirina Yehowa, çi ku meriva berbi wî dikişîne (Flp. 2:4).

Dilşewatî ne ku tenê mêtoda hînkirinê ye, lê ew eyan dibe çaxê em bi dil û can guh didine meriva û bi nermî tevî wan xeber didin. Usa jî ev tê kifşê bi jêst û beşera me. Dilşewatiya me wê yekêda eyan dibe, çaxê meriv texmîn dikin ku ewana bona me ferz in. Em hildidin hesab bawerî, derece û tiştên ku bona wan hewas in. Em alî wan dikin û înformasiya lazim didine wan, lê zorê wan nakin emirê xweda guhastina bikin. Çaxê em divînin, wekî alîkariya me kêrî wan tê, şabûna me xizmetiyêda zêde dibe.

BINIHÊRIN VÎDÊO “ŞABÛNÊ BISTÎNE JI HAZIRKIRINA ŞAGIRTA; FERESETÊN XWEDA PÊŞDA HERE; DILŞEWAT BE” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Nîtayê çawa dilşewatî da kifşê, gava Jîyana derengî ket?

  • Nîtayê çawa dilşewatî da kifşê, gava Jîyanayê got, wekî gelek xemên wê hene û wedê wê tune Kitêba Pîroz hîn be?

  • Dilşewatiya me meriva berbi Yehowa dikişîne

    Nîtayê çawa dilşewatî da kifşê, gava Jîyanayê got, wekî jêra zor e şixulê xwe organîze û safî ke?