Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kulfeta Emirda Mezin Çawa Diya Xwe Hesab Ke û Kulfeta Cahil, Çawa Xûşka Xwe

Kulfeta Emirda Mezin Çawa Diya Xwe Hesab Ke û Kulfeta Cahil, Çawa Xûşka Xwe

Nivîsarên Pîrozda tê gotinê, wekî em hindava yên emirda mezin usa bin, ça hindava dê û bavê xweda, lê hindava yên cahil xwe usa bidine kifşê, ça hindava xûşk û birên xweyî helal (Bixûne 1 Tîmotêyo 5:1, 2). Îlahî bira gerekê hindava xûşkada bi qedir bin û hêja xwe bidine kifşê.

Bira wê tu car tevî xûşk flîrtê neke û tu tiştên usa neke, ji bo çi xûşk dikare eciz be û kêleka wî xwe aza texmîn neke (Îb. 31:1). Hergê birê azep naxwaze bizewice, ew gerekê ser hestên xûşka azep nelîze û jêra menî nede, ku ew bifikire wekî hestên wîye romantîkî hindava wêda heye.

Rûspî gerekê bi nermî guh bide xûşka ku bi qedir pirsê dide wî yan jî dixwaze, wekî dîna xwe bidine tiştekî, çi ku lê eciz dike. Rûspî diha xem dikin bona wan xûşka, yên ku mêrê wan tune, wekî wana biparêzin (Rt. 2:8, 9).

BINIHÊRIN VÎDÊO “HIZKIRINA KU TU CAR KUTA NABE CIVATÊDA BIDINE KIFŞÊ; HINDAVA JINEBIYA Û ÊTÎMA” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Civatê ça hizkirina mexsûs da kifşê hindava xûşka Mayênt?

  • Hizkirina ku civatê da kifşê, ça hukum bû ser cînarên wê xûşkê?

  • Hizkirina ku civatê da kifşê, ça hukum bû ser qîzên wê?

Çi cûreyî tu dikarî xemkirin û hizkirinê bidî kifşê hindava xûşkên ji civata xwe?