Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Çawa Bidine Xebatê Cûrên Belakirina Mizgîniyê

Çawa Bidine Xebatê Cûrên Belakirina Mizgîniyê

Birên me gelek qewatê didine xebatê, seva ku cûrên belakirina mizgîniyê hazir kin, û gelek xizmetkara texmîn kirine ku ew pêşanîn bona mihala wan kêrhatî ne. Hemdinyayêda derece ji hev cude dibin, lema jî xizmetkar dikarin xizmetiyêda van pêşanîna bi cûrê xwe destpêkin, yan jî têmên usa şêwir kin, kîjan ku bona mihala wan layîq in. Lê hergê rêberî bona kampaniya mexsûs tê dayînê, hingê gerekê pey vê rêberiyê herin. Nêta me ew e, wekî temiya Îsa bînin sêrî, dêmek mizgîniya Padşatiyê elam kin (Mt. 24:14).

Gava xûşk-bira pê dersa derdikevin ku cûrê belakirina mizgîniyê nîşan kin, hingê ewana gerekê ewê têmayê şêwir kin, ya ku “Bernama Civînêda” ye. Hergê kifşkirî nîne ku tiştekî neguhêzin, hingê ewana dikarin xwexa pirs, rêz, pirsa vekirî û dereca, kîjan ku wê mihala wanda kêrhatî bin, bijbêrin, lê têma bira dîsa ev be. Eva guhastina vê rêberiyê ye, kîjan ku “Bernama Civînêda”, ya sala 2020, meha Hezîranê, ser rûpêla 8-da hatibû dayînê.