MÎNA ÎSA BIJÎN
Tu Caba Duayên Xwe Digerî?
Kitêba Pîrozda gelek mesele hene ku Yehowa ça caba duaya dida. Çaxê xizmetkarên Xwedê didîtin ku ça Yehowa guh dide duayên wan, bona wan xem dike û alî wan dike, ewê yekê bê şik baweriya wan qewî dikir. Çaxê em Yehowara dua dikin, wê baş be derheqa tiştên konkrêt dua bikin û paşê caba duayê xwe bigerin. Bîr neke, wekî caba ser duayê te dikare wî cûreyî nîbe çawa te dixwest, yan jî dikare ji xwestina te zêdetir be (2 Kr. 12:7-9; Ef. 3:20). Yehowa çi cûreyî caba duayên me dide?
-
Qewata fîzîkî, êmosiyalî û ruhanî dide me, seva ku ber problêma teyax kin (Flp. 4:13).
-
Bîlaniyê dide, wekî safîkirinên baş bikin (Aqb. 1:5).
-
Xwestin û qewatê dide, wekî çi ku lazim e bikin (Flp. 2:13).
-
Dilrihetiyê dide, gava em xemgîn in (Flp. 4:6, 7).
-
Bi saya kesên din alîkariya fîzîkî û êmosiyalî dide me (1 Yn. 3:17, 18).
-
Alî wan kesa dike, bona kê em dua dikin (Kr.Şn. 12:5, 11).
BINIHÊRIN VÎDÊO “YEHOWA ‘DUAYA DIBIHÎZE’” Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Hergê problêmên meyî sihet-qewatêva girêdayî hene, mesela birê Takêşî ça dikare me bişidîne?
-
Em ça dikarin çev bidin birê Takêşî?