FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ
Ezra bi Rabûn-Rûniştina Xwe Yehowa Rûmet Dikir
Ezra îzin dida wekî Xebera Xwedê bigihîje dilê wî û ser rabûn-rûniştina wî hukum ke (Ez. 7:10; w00 1/10 14 ¶8)
Meriva bi saya Ezra bîlaniya Xwedê didît (Ez. 7:25; si 75 ¶5)
Ezra xwe ber Xwedê nimiz kir, lema jî ew bawer bû ku Ewê rêberiya wî bike û wî xwey ke (Ez. 8:21-23; it-1 1158 ¶4)
Gava padşa dît ku bîlaniya Ezra ji Xwedê ye, ewî cabdariyên mezin dane destê wî. Em jî mîna Ezra dikarin pê rabûn-rûniştina xwe Yehowa rûmet kin.
PIRSÊ BIDE XWE: “Gelo merivên nebawer qedirê min digirin ji bo vê yekê, ku ez li gora prînsîpên Xwedê dijîm?”