Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Kampaniya Mexsûs Îlonêda bona Belakirina Mizgîniya Derheqa Padşatiya Xwedê!

Kampaniya Mexsûs Îlonêda bona Belakirina Mizgîniya Derheqa Padşatiya Xwedê!

Meha Îlonêda emê bi xîret merivara elam kin, wekî tenê Padşatiya Xwedê wê hemû problêmên însanetê kuta ke (Mt. 24:14). Tu çawa dikarî vê yekêda kar bikî? Hemû mecala bide xebatê, wekî vê mehêda derheqa Padşatiya Xwedê merivara gilî kî. Hergê hewasa meriv pêşda bê, wî çaxî Birca Qerewiliyê № 2, ya sala 2020 bide wî. Paşê çiqas dikarî zû serlêdana wî merivî bike û tevî wî pê broşûra Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê! hînbûna Kitêba Pîroz destpêke. Kê ku vê mehêda ça pêşengê komekdar xizmet ke, dikare bijbêre ku 15 yan 30 sihetî xizmet ke.

Zûtirekê Padşatiya Xwedê wê hemû serwêrtiyên ku miqabilî wî ne, kuta ke (Dn. 2:44; 1 Kr. 15:24, 25). De were em her tiştî bikin, seva ku bi temamî vî şixulê ferzda kar bikin û piştgiriya Yehowa û Padşatiya wî bikin!