Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kokkinakis v. Greece: Droit réservé

Jorê ji aliyê çepêva: Îdara Zandariyê ya Vîrjînya Roavayê Miqabilî Barnêt; Kokînakîs Miqabilî Yûnanistanê; Qanûnzanên Şedên Yehowa û Yên Din Taganrogêda, Miqabilî Rûsyayê; Çah û Yên Din Miqabilî Korêya Başûrê

MÎNA ÎSA BIJÎN

Mizgîniyê Diparêzin ku Bikaribin bi Qanûnî Bela kin

Mizgîniyê Diparêzin ku Bikaribin bi Qanûnî Bela kin

Çaxê miqabila dixwestin riya Îsraêliya bigirin ku paristgehê ava kin, avakara hemû tişt kir, wekî seva vê yekê îzina bi qanûnî bistînin (Ezr. 5:11-16). Hema bi vî cûreyî Mesîhî her tiştî dikin, wekî îzina bi qanûnî bistînin seva ku Mizgîniyê bela kin (Flp. 1:7). Bona vê yekê sala 1936-da Îdara Qanûnzaniyê hate sazkirinê. Roja îroyîn Îdara Qanûnzaniyê rêberî dike, wekî belakirina Mizgîniyê ser temamiya dinyayê bê paristinê. Lê çi cûreyî ev îdar piştgiriya şixulê Xwedê dike û alî cimeta wî dike?

BINIHÊRIN VÎDÊO ŞIXULÊ ÎDARA QANÛNZANIYÊ OFÎSA SEREKEDA, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Şedên Yehowa rastî kîjan çetinayên qanûnêva girêdayî hatin?

  • Em çida bi qanûnî serdiketin? Meselê bîne

  • Her kes ji me çi dikare bike, wekî şixulê belakirina Mizgîniyê biparêze?

  • Em ser malpera me ça dikarin înformasiya derheqa şixulên Şedên Yehowa bivînin, ku qanûnzaniyêva girêdayî ne û usa jî derheqa wan, kê ku bona baweriya xwe ketine kelê?