Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

MÎNA ÎSA BIJÎN

Ewana Bona Kara Me Gelek Tişt Dikin

Ewana Bona Kara Me Gelek Tişt Dikin

Berpirsiyarên mihalê û kulfetên wan, gelek qewatê xerc dikin û hizkirineke mezin didine kifşê hindava wan xûşk-bira, kîderê ku xizmet dikin. Mîna me her kesî, ewana jî hewcê gelek tişta ne, mesele, ewana jî diwestin, dilteng dibin û berxwe dikevin (Aqb. 5:17). Lê dîsa jî her heftê ewana dîna xwe didine ser vê yekê, ku ça wan xûşk-bira qewî kin, serlêdana kîjana dikin. Berpirsiyarên mihalê bi rastî jî “dubare hêjayî” qedir in (1 Tîm. 5:17).

Çaxê Pawlosê şandî safî kiribû here Romê, “wekî pêşkêşeke ruhanî” bigihîne civata wêderê, ew heyra vê yekêda bû, ku ewana “dil bidin ber hev” (Rm. 1:11, 12). Lê hûn qe fikirîne derheqa vê yekê, ku ça hûn dikarin dil bidine ber berpirsiyarê mihalê û kulfeta wî, hergê ew zewicî ye?

BINIHÊRIN VÎDÊO HEFTÊK JI EMIRÊ BERPIRSIYARÊ MIHALÊ, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:

  • Çi cûreyî berpirsiyarên mihalê û kulfetên wan, bona civatê gelek qewatê xerc dikin û hizkirineke mezin didine kifşê?

  • We ji serlêdana wana çi kar standiye?

  • Em ça dikarin wana bişidînin?