FIKIRÊN QÎMET JI XEBERA XWEDÊ
Nehemiya Dixwest Xizmet ke, ne ku Wîra Xizmet kin
Nehemiya hukumê xwe bona kara xwe nedida xebatê (Nm. 5:14, 15, 17, 18; w02 1/11 27 ¶3)
Nehemiya ne ku tenê rêberiya şixul dikir, lê ewî xwexa jî vê yekêda kar dikir (Nm. 5:16; w16.09 6 ¶16)
Nehemiya ji Yehowa lava kir, wekî Ew wî bîr bîne bona hizkirina ku ewî dabû kifşê (Nm. 5:19; w00 1/2 32)
Rast e Nehemiya serok bû, lê ew hîviyê nîbû ku kesên din wê rûmetê bidine wî. Ew meselekî baş e bona wan, kê ku civatêda cabdar in.
PIRSÊ BIDE XWE: “Gelo ez diha zêde dikevime heyra xwe û difikirim ku kesên din çi dikarin bona min bikin, yan ez çi dikarim bona kesên din bikim?”