MÎNA ÎSA BIJÎN
Hîn be wekî di Xizmetêda Hê Cêribandî bî; Dîna Meriya Didin ser JW.ORG
EV YEK ÇIMA FERZ E: Her edebyeteke bona hînbûnê, dîna meriya dide jw.org. Bi rastî, nêta karta ya jw.org û belavoka “Ji Kîderê Em Dikarin Bivînin Cabên Pirsên Girîng?”, ew e ku dîna meriya bide ser malpera me. Tu dikarî bidî xebatê jw.org seva ku edebyeta ji qutiya heceta ya bona hînbûnê, bi enema yan jî pê lînkê bişînî, çi ku alîkariya mezin dide gava em şedetiyê didin wan meriyara, yên ku li ser zimanê din xeber didin. Xêncî wê yekê meriv dikarin pirsên usa bidine me, caba kîjana ku edebiyetên meyî seva hînbûnêda tune be. Lê hergê emê dîna meriya bidin li ser malpera jw.org, usa emê daha serfiraz bin di xizmetêda.
ÇAWA BIKIN:
-
Bide xebatê para “HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ”. Bide hesabê xwe ku tu şedetiyê didî, dê yan bavekîra yê ku dixwaze hê zêde derheqa şîretkirina zara pêbihese. Bikeve HÎNKIRINÊN KITÊBA PÎROZ > ZEWAC û MALBET.
-
Bidê xebatê para “NEŞIRKIRIN”. Bide hesabê xwe ku tu neformal şedetiyê didî di mektebêda û dixwazî hevalê xwera bidî broşûra “10 Pirsên Cahila û Cabên li ser Wan”. Bikeve NEŞIRKIRIN > KITÊB û BROŞÛR.
-
Bide xebatê para “DERHEQA ME”. Bide hesabê xwe ku tu şedetiyê didî wî merivîra, kî ku tevî te dixebite, û dixwaze bixûne tiştek derheqa baweriya me. Bikeve DERHEQA ME > PIRSÊN GELEK MERIYA.
BINIHÊRIN VÎDÊO “DÎNA MERIYA DIDIN SER JW.ORG” Û PAŞÊ ŞÊWIR KIN, KU LI SER MALPERA ME, HÛN GEREKÊ BIKEVINE KU, WEKÎ ALÎKARÎ BIDINE:
-
atêîsta
-
ewê ku rastî kul-derda hatibû
-
xûşk yan birê ruhanîda sist
-
merivê ku dixwaze pêbihese ku çawa xercê şixulê me têne dadanê
-
merivê ji welatekî din, yê ku dixwaze here civatê li ciyê nêzîkî xwe