MÎNA ÎSA BIJÎN
Jina Lût Bînin Bîra Xwe
Çima jina Lût piş xweva zivirî çaxê ji Sodomê direviya? Kitêba Pîroz caba vê pirsê nade (Dsp. 19:17, 26). Lê ji giliyên Îsa hate kifşê, ku diqewime ew hizreta wan tişta bû, çi ku pişt xweva hîştibû (Lq. 17:31, 32). Em çi gerekê bikin, ku qebûlkirina Xwedê wek jina Lût, unda nekin? Em gerekê nehêlin, ku tiştên matêrialî jîyîna meda ciyê pêşin bigirin (Mt. 6:33). Îsa digot, ku “tu kes nikare du axara xulamtiyê bike” dêmek him Xwedêra him jî hebûkêra (Mt. 6:24). Lê çi bikin hergê me dîna xwe da, ku tiştên matêrîalî, wedê me ji tiştên ruhanî distînin? Em gerekê Yehowara dua bikin, wekî serwaxtiyê bide me, ku em bivînin, çida gerekê bêne guhastinê. Usa jî em gerekê dua bikin ku Yehowa mêrxasiyê û qewatê bide me, wekî bikaribin ewan guhastina nav xweda bikin.
BIKINE BÎRA XWE VÎDÊOYA JI SÊ PARA “JINA LÛT BÎNIN BÎRA XWE”, Û PAŞÊ CABA WAN PIRSA BIDIN:
-
Çawa xwestina Gloryayê ku gelek pera çêke, hukum dikir li ser fikir, xeberdan û kirên wê?
-
Çida jina Lût, meselekî baş e bona me?
-
Çawa xebitandina prînsîpên Kitêba Pîroz, alî Con û malbeta wî kirin?
-
Çawa hevalên Annayê, yên ser xebatê, li ser ruhaniya wê hukum dikirin?
-
Çima mera mêrxasî lazim e, gava me hêlan dikin ku jîyîna xweda, pera li ser ciyê pêşin daynin?
-
Çawa Brayîn û Glorya, dîsa tiştên ruhanî di jîyîna xweda li ser ciyê pêşin danîn?
-
Di vê vîdêoyêda kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz hatibûn xebitandinê?